HDP’ê li Sûrê meşa bi erbanê li dar xist
- 17:16 9 Hezîran 2018
- Rojane
AMED - HDP’ê bi gelek jinan li navçeya Sûrê meşa bi erbanê li dar xist. Kolanên Sûrê bi dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” û “HDP li meclîsê, jin li qadan” hejiya.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartina 24’ê Hezîranê de li navçeye Sûr a Amedê meşa bi erbanê li dar xist. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Fîlîz Buluttekîn, Tevgera Jinên Azad, endam û rêxistên navend û nevçeyê û gelek jin tevlî meşa erbaneyê bûn. Jinan bi alên HDP’ê ve li Taxa Melîk Ahmed a Sûrê dest bi meşa erbaneyê kir heta taxên Dabanoğlu û Cevatpaşa berdewam kir. Di meşê de erbeyên ku li wir derbas dibûn bi kornayan, welatiyên li derdorê jî bi çepik piştgirî dan jinan. Her wiha gelek jinên derdorê jî tevlî meşê bûn. Jinan di meşa erbanê de tim dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana HDP’ê”, “HDP li meclîsê, jin li qadan” berz kirin.
Taxên ku meş pêk hat kêf û kelecana jin û zarokan jî gelek bal kişand. Dema jinan dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz dikirin zarokan jî tevlî mêşê bûn. Jinên ku hatin taxa Cevatpaşa rastî mûdaxaleya polîsan hat. Polîsan bi hinceta “îxbar heye” nehiştin ku meş berdewam bike.
Her wiha polîsan nehîştin ku rojnameger dîmen û wêne bikişînin. Meşa bi erbane bi mûdaxaleya polîsan bi dawî bû.