Agahî ji girtiya nexweş Fatma Erez nayê girtin

  • 16:03 9 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL -  Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê çalakiya “Rûniştina F" di hefteya 324’an de li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Di çalakiyê de hat diyar kirin ku mehek e agahî ji Fatma Erez nayê stendin. 
 
Komisyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê çalakiya "Rûniştina F" li qada Galatasarayê berdewam kirin. Çalakiyê di hefteya 324’an de berdewam kir. Malbatan û rêveberên ÎHD'ê di çalakiyê de pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan" û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin", “Dermankirin maf e ev maf nayê asteng kirin" vekirin. Komê di çalakiyê de diruşmeyên “Bila Fatma Erez bê berdan", “Dawî li îşkenceya OHAL'ê bînin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" berz kirin. Endamê Komîsyanê û MYK'ê yê ÎHD'ê Mukaddes Şamîloglu, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa Fatma Erez ku 2 platîn di pişta wê de ye û wiha got: “Mafê jiyanê mafekî gerdûnî ye. Lê ev maf tune tê hesibandin. Piştî OHAL'ê îhlal zêde bûn. Li tevahiya tirkiye 240 hezar girtî heye. Li hucreyên 3 kesan 4-5 kes, li odeyên 10-12 kesan 20 kes tên girtin. Şert û mercên girîgehan gelek xerab in. Yek ji girtiyên nexweş Fatma Erez e. Erez, tevî 5 hevalên xwe hat girtin. Doza Fatma Erez hêj li temyizê ye. Fatma Erez, 2 salin li Girtîgeha tîpa E ya Isparta ye. Fatma Erez tevî 2 platinên di pişta wê de nayê dermankirin Mehek e agahî jê nayê stendin." 
 
Şamiloglu, xwest di serî de Fatma Erez û hemû girtiyên nexweş bên berdan.