Di çalakiya xizmên windayan de Prz. Muhterem Suren hat bibîranîn

  • 15:29 9 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Şaxa ÎHD û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin, di hefteya 487’emîn de çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiya vê heftê de rêveber û endamê MYK'a ÎHD’ê Prz. Muhterem Suren hat bibîranîn. 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û Faîl bên darizandin” di hefteya 487’emîn de çalakiya rûniştinê li avahiya şaxa ÎHD’ê pêk anîn. Xizmên windayan û parêzer beşdarî çalakiyê bûn, rêveberî û endamê MYK a ÎHD’ê Muhterem Suren bi bîr anîn. Berî daxuyaniyê dengê Muhterem Suren ê di demên cuda di çalakiyên li dijî cînayetên kiryar nediyar de axivî, hat guhdarkirin. Piştre rêveberiyê ÎHD’ê Hasan Yalçin daxuyaniya vê hefteyê da û derbarê têkoşîna Muhterem Suren a li dijî binpêkirinên mafan dayî vegot. Hasan, diyar kir  ku hevalê wan Muhterem Suren bi salan li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna edaletê bi rêve bir û wiha got: “Di vê têkoşîn de yên mîna Metîn Can, Hasan Kaya, Şevket Epozdemîr û Tahir Elçiyan bedelên mezin dan û di şertên herî zor de bûn dengên xizmên windayan. Me heval, rêveber û rêhevalê xwe Suren ê keda wî di vê tekoşînê de heye, bi xemgiyenek mezin winda kir.”
  
Hasan, anî ziman ku di çarçoveyê têkoşînê de wan Suren tim bi fedekarî û keda wî nas dikirin û wiha domand: “Suren bi dilgermî û samîmiyek mezin parêzertiya mexdûrên kiryar ne diyar, kesên hatin girtin û binçavkirin dikir. Suren tim digot ‘Divê rastî derbikeve holê. Qanûnên tên derxistin, ji bo sergirtina sûcên dewletê ne. Em ji ber vê yekê bi israr behsa heqîqet û rastiyê dikin. Ji ber ku heya hiqîqet dernekeve holê û rastî neyê cih, dê bûyerên nû derbikevin holê. Eynî mîna Roboskê û bodrumên Cizîrê.’”
 
Hasan, da zanîn ku Muhterem Suren tim ji bo ÎHD’ê digot “Dibistana me” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di meha Hezîranê de dost, rêheval û parazvanekê mafê mirovan ê mîna Muhterem winda kirin, ji bo me  pir bi êşe. Em ê tim aqûbeta windayên xwe bipirsin. Em ê berpirsiyarên wan ceza bikin û avheya tarî ya bû sedem te ji nava me bigire, belav bikin û em ê bihara ku te behsê wê dikir vuguherînin hêviyê. Ji bo vê yekê em ê  li ber xwe bidin û têbikoşin.” 
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
 
Di heman demê de Baroya Amedê û Şaxa ÎHD’ê dê di 10’ê Hezîranê roja Yekşemê de li Mizgefta Ehmetdê Xanî ya Dîclekentê dinavbera saetên 09.00 û 18.00’an de tazî dane.