Guhertina cihê 26 sindoqên Nisêbîn û Midyadê rawestiya

  • 15:15 9 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rêxistina HDP'ê li dijî biryara YSK’ê ku li 90 gundên Merdînê xwest cihê 143 sindoqan bê guhertin ji bo îtîrazê serlêdan kir. Li ser serlêdana HDP'ê li navçeya Midyad û Nisêbînê cihê sindoqên 26 gundan hat rawestandin. 
 
Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ji bo 90 gundên li Mêrdînê bi hinceta “ewlehiyê" biryar  da ku cihê 143 sindoqan bê guhertin. Li ser vê yekê HDP'ê biryara YSK'ê îtîraz kir. HDP'ê, xwest sindoq neyên guhertin. YSK'ê li ser îtîraza HDP'ê biryar da ku 26 sindoqên li Nisêbîn û Midyatê guhertina wan bê rawestandin.