Nazan Bozkurt bi îşkenceya polîsan rû bi rû ma

  • 12:44 9 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE - Polîsan êrîşî çalakiya "Em karê xwe paşve dixwazin" ku li Kolana Yukselê 577 roj in didome, kirin. Nazan Bozkurt a ku bi KHK'ê bê kar ma ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê rû bi rû ma.
 
Çalakiya li Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" ev 577 roj in ku didome. Daxuyaniya çalakiya Kolana Yukselê bi hinceta OHAL'ê ji aliyê Walîtiya Enqereyê ve hat qedexekirin. 
 
Nazan Bozkurt a ku bi KHK'ê bê kar ma ji aliyê polîsan ve bi îşkenceyê rû bi rû ma. Nazana ku rûyê wê di nav xwînê de me, li nexweşxaneyê hat tedawîkirin. 
 
Nazanê berê jî bi îşkenceya polîsan rû bi rû mabû û pozê wê hatibû şikandin.