Piştgiriya ji bo HDP'ê zêde dibe
- 12:33 9 Hezîran 2018
- Rojane
WAN - Partiya Azadiyê û Mirovan aşkere kir ku ew ê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê piştgiriyê bidin HDP'ê.
Partiya Azadiyê û Mirovan ji ber ku nû hatiye avakirin beşdarî hilbijartina nebû. Partiya Azadiyê û Mirovan diyar kir ku ew piştgiriyê didin HDP'ê û Selahattin Demirtaş ê ku îradeya 6 milyonan temsîl dike û got:"Ji bo em benda ji sedî 10 ya bêedaletiyê, hilweşînin em ê dengê bidin HDP'ê."