Xwendekarên li Kadikoyê bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
- 12:16 9 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Li Kadikoyê, polîsan ji bo pankarta “Karne yên we ne, siberoj a me ye” êrîşî xwendekarên lîseyê kiribûn û 30 xwendekar binçav kirin. Xwendekar ji Qereqola Zarokan a Yogurtçu hatin berdan.
Xwendekarên lîseyê yên li ser banga Dev Lîs, DLB, LAF, LOB û Ozgur Lîse li ber Operaya Kadikoya Sureyya kom bûn, pankarta “Karne yên we ne, siberoj a me ye” vekirin. Xwendekarên xwestin ji vê derê heya peykerê Boga dest bi meşê bikin, rastî mûdaxileya tund a polîsan hatin. Polîsan xwendekarên lîseyê bi erdê re kaş kirin, paşve kelepçe û binçav kirin.
Yek ji xwendekarên li ser wan xwîn hebû û polîsan dibirin nexweşxaneyê, got ku “Bi saetan îşkence li me kirin. Bi saetan em dibin çavan de hiştin. Ka li serê min mêze bikin, sê caran serê min şikandin. Perdeya guhê min qetandin.” Xwendekaran, polîsên ketibûn milê wan nîşan dan û gotin: “Van îşkencekaran wiha li me kirin.” Di wê navberê de ji bo xwendekar bêdeng bibin tim gef li wan dixwarin.
Polîsan xwendekarên lîseyê piştî kontrola tenduristiyê anîn Midûriyeta Şaxa Zarokan, îfadeyên wan girtin û piştre ji Qerekola Zarokan a Yogurtçu serbest berdan.