Jinên SKM’ê mal bi mal ji bo hilbijartinê dixebitin

  • 09:11 9 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE - Yek ji rêxistinên jinan SKM’ê piştgiriya xwe ya ji bo HDP’ê daxuyand û diyar kir ku divê ev pergal biguhere û jin biçin ser sindoqan.
 
Aktîvîsta Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) Burcu Durak  destnîşan kir ku ew wek jinên SKM’ê polîtîkayên desthilatdariyê yên der barê jinan de dizanin û wiha got: “Em li dijî van polîtîkayan, polîtîkayên jiyana azad diafirînin. Jin dikarin li her qadê gotina xwe bivêjin. Em di vê pêvajoyê de jî di HDP’ê de xebatan dimeşînin. 13 hevalên me yên jin ji lîsteyên HDP’ê namzet in. Em li dibistan, tax û kargeriyan xebatan dimeşînin.”
 
Burcuyê bi lêv kir ku AKP êdî di krîza ku nikare bi rê ve bibe de ye û wiha pê de çû: “Ji bo ev ev krîz xelas bibe zemînek rewa hilbijartin tê kirin. Lê gel vê dizanin. Hevseroka Giştî ya berê a HDP’ê Fîgen Yuksekdag niha di girtîgehê de ye û di alî têkoşîna jinan de xwedî cîhekî girîng e. Di xebatan de jî xwedî li Fîgenê tê derketin.”
 
Burcuyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew wek SKM ji 24’ê Hezîranê wêdetir hewl didin sibeha 25’ê Hezîranê bihûnin û bi lêv kir ku heta ev pergal heve wê têkoşîna wan bidome. 
 
‘Em xwedî li sindoqan derkevin’
 
Burcuyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em jin dikarin têkoşîna xwe û jiyana xwe ava bikin. Riya vê jî di sindoqan de derbas dibe. Divê em bi îradeya jinan bawer bikin.  Ji ber vê ez hemûyan vexwendiyê ser sindoqan dikim.”