Zarokên koçber ên dildarê welatê xwe
- 09:04 9 Hezîran 2018
- Rojane
Xurbet Tallî
MEXMÛR -Daxwaza zarokên koçber ên Mexmûrê Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera welatê ku qet nedîtine û lê nejiyane ye.
Nifûsa niştecihên wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi qasî 12 hezaran e. Ev kes di nava salên dûr û dirêj yên penaberiyê de jiyan e. Ji ber dagirkeriya hêzên desthilatdar, ji gund û warên xwe koçber bûne û berê xwe dane welatên cîranên xwe. Li wan deran jî bi ti şêweyî nekaribûne bi awayekî baş bijîn. Her tim di nava tirs, kuştin, tehdît û hwd. de jiyane û îro li Wargeha Mexmûrê bi cih bûne.
Gera me ya di nava kolanên Wargeha Memûr de ew bû kû em ji gelê wargehê têkildarî hilbijartinê nêrînê bigrin. Dema em çûn nava gel, em ji aliyê gel ve bi dilekî germ hatîn pêşwazîkirin, zarokên kû li derdora me kom bibûn jî di xwestin hestên xwe li gel me parvekirin.
Daxwaza wan ya ji bo welat
Dema kû me mikrofon dirêjî zarok û gelê Mexmûrê dikir, gotina wan a destpêk û dawî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û vegera wan a ji bo welat bû. Bitaybetî zarokên ku tu carî welat ne dîtine, dema me mikrofîn dirêjî wan dikir bi heskirin û coşek pir mezin daxwazên xwe yên ji bo welat tanîn ziman. Zarokên ku bi salane di bin şert û mercên penaberiyê de li ber xwe didin, bi wî temenê xwe yê biçûk li şûna kû wekî hemû zarokan bi pêlîstokan bilîzîn. Mîna kesekî têgihiştî dipeyivîn.
Hêviya wan ew e ku bi Rêberê xwe re azad bijîn
Dema mirov temaşeyî liv, tevger û nêzîkatiyên wan ya di nava jiyanê de dikir, mirov digot kesayetên têgihiştî ne. Bêyî kû em bi pirsin ka nêrînên we çi ne? Bi wî temenê xwe yê biçûk ku mirov ne li benda wan gotinên dikir bû. Me ji kîjan zarokî dipirsî hûn dixwazin çi bikin yan daxwazên we çi ne? Digotin: "Daxwaza me ya destpêkê azadiya Rêber Apo ye û li gel Rêber Apo bi awayek azad jiyan e." Di rûyê wan de heskirin û girêdanek pir mezin ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û welat diyar dibû.
Di çavên wan zarokan de her tim hêviyek hebû ew jî Kurdistanek azad û jiyaneke li gel rêberê xwe bû. Her çiqas ew zarok bi temen û bejna xwe de biçûk bin jî di fikir û xeyalên xwe de mezin bûn.