Jinên Şengalê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinê ye
- 09:02 9 Hezîran 2018
- Rojane
Nupelda Tekoşin-Viyan Said
ŞENGAL - Jinên Êzidî yên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Azadiya Abdullah Ocalan azadiya jinê ye. Divê demildest tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe."
Jinên Êzidî yên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan heta dawî bi dilsoziyek mezin têbikoşin.
Jina bi navê Meyan Xwedêda bi lêv kir ku Abdullah Ocalan çavkaniya jiyana wan e û got:"Ez azadiya xwe di azadiya Rêberê xwe de dibînim. Rêberê me, me her dem ji tengasiyê xelas kir, piştgiriyek mezin da jinê û mafê jinê parast. Divê me bi fikir û ramanên Rêberê xwe têkoşîna xwe mezintir bikin û ji bo azadiya Rêberê xwe berxwe bidin."
'Em ê nehêlin ku jiyana me di bin tecrîdê de bimîne'
Zerifa Dexil jî da zanîn ku ew diyariya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan in û got:"Heta ku Rêberê me azad nebe xewê şevan li me heram e. Em deyndarê Rêberê xwe ne çimkî wî ji bo hemû gelan li ber xwe da. Şervanên Rêberê Apo li ser esasê fikirin wî me ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê parast. Em ê heta dawî ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin. Em ê nehêlin ku jiyana me di bin tecrîdê de bimîne."