'Çareserkirina pirsgirêka jinê, çareserkirina pirsgirêka civakê ye'

  • 09:01 9 Hezîran 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
HESEKÊ - Hevseroka Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk a Kantona Hesekê Albîn Ehmed diyar kir ku ew li dijî zewaca bi zarokatî têdikoşin û got:"Ji bo pirsgirêkên jinê bê çareserkirin em dixebitin. Çimkî çareserkirina pirsgirêka jinê, çareserkirina pirsgirêka civakê ye."
 
Hevseroka Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk a Kantona Hesekê Albîn Ehmed anî ziman ku ji bo zewaca bi zarokatî, hişmendiya baviksalarî û feodal ji holê rabe wan dest bi xebatan kirine û got:"Me di 1'ê Hezîranê de dest bi hemleya têkoşîna li dijî zewaca di temenê biçûk de û hişmendiya baviksalarî û feodal kiriye. Di vê çarçoveyê de em civîn, semîner û panelan li Hesekê li dar dixin."
 
Albîn Ehmed diyar kir ku zewaca di temenê biçûk de siberoja zarokan tarî dike û wiha got:"Ji ber jin ji zarokatî de ji aliyê malbata xwe ve tên zewicandin dawiyê pirgirêkên mezin tên jiyîn. Ev jî zirarek mezin dide siberoja zarokan û civakê. Ji bo siberoja zarokên me û civaka me tarî nebe em hewl didin ku hişmediya baviksalarî û feodal bê guhertin."
 
'Divê haya civakê ji çand, dîrok, nasnameya xwe û hunerê hebe'
 
Albînê bi lêv kir ku ji bo civak pêş bikeve divê haya civakê ji çand, huner, dîrok û nasnameya xwe hebe û wiha domand:"Dema ku me dest bi xebatên xwe kir me girîngiyek mezin da perwerdekirina jinê. Çimkî dema ku jin perwerde bibe civak jî perwede dibe. Jinên ku perwerde dibin dikarin xwe îfade bikin, xwe biparêzin, serî netewînin û civakê pêş bixin. Loma divê hemû jin beşdarî semîner, panel, civîn û perwerdeyê bibin û li dijî zewaca bi zarokatî derkevin."
 
'Ji bo civakek bi ehlaq û zana rêxistinkirin girîng e'
 
Albînê bal kişand ser rêxistinkirina jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo civakek bi ehlaq û zana rêxistinkirina jinê girîng e. Jin xwe perwerde û bi rêxistinkirin bikin ew ê pêşî li ber gelek pirsgirêkên civakî bigirin û xwe pêş bixin. Divê em hemû jin bibin yek, xwe bi rêxistinkirin bikin û serî netewînin."