Girtiya nexweş Zeyneb Celaliya nayê tedawîkirin

  • 14:33 8 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nayê tedawîkirin. 
 
Girtiya siyasî ya Kurd a li Girtîgeha Xoyê tê girtin, Zeyneb Celaliyan tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nayê tedawîkirin. 
 
Bavê Zeynebê anî ziman ku bi salan e keça wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êşê dikişîne û kes eleqeder nabe. 
 
Rêxistina Afê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya ku derbarê Zeyneb de dabûn wiha gotibû:"Wiha tê xuyakirin ku nûnerên girtîgehê dixwazin wê ceza bikin û ji bo îtirafê wê bidin axaftin. Tevî van pirsgirêkên tedawiyê Zeynep nayê tedawîkirin. Ev îşkence ye."