Girtiya nexweş Zeyneb Celaliya nayê tedawîkirin 2018-06-08 14:33:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nayê tedawîkirin.    Girtiya siyasî ya Kurd a li Girtîgeha Xoyê tê girtin, Zeyneb Celaliyan tevî pirsgirêkên giran ên tenduristiyê nayê tedawîkirin.    Bavê Zeynebê anî ziman ku bi salan e keça wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êşê dikişîne û kes eleqeder nabe.    Rêxistina Afê ya Navneteweyî di daxuyaniya xwe ya ku derbarê Zeyneb de dabûn wiha gotibû:"Wiha tê xuyakirin ku nûnerên girtîgehê dixwazin wê ceza bikin û ji bo îtirafê wê bidin axaftin. Tevî van pirsgirêkên tedawiyê Zeynep nayê tedawîkirin. Ev îşkence ye."