Gel piştgirî da namzedên jin ên HDP’ê
- 17:33 7 Hezîran 2018
- Rojane
-NAVENDA NÛÇEYAN – Îro jî xebatên namzedên jin ên HDP’ê lig elek bajaran berdewam kirin û gel piştgiriyeke mezin da namzedan.
Namzedên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îrojî xebatên xwe li Amed, Edene, Hatay, Mêrsîn, Bedlîs û li Mûşê berdewam kirin.
Amed
Hedepê xebatên xewe îro jî li Amedê li navçeya Yenîşehîr, Sûr û Egilê berdewam kirin
Xebatên HDP’ê yên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Ofîsê ya navçeya Yênîşehîr a Amedê berdewam kirin namzedan serdana esnafên bazarê kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Namzeta HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, endam û rêvebirên navend û navçeyê tevlî xebatên hilbijartinê bûn.
Namzedên HDP’ê ji aliye esnafan ve rastî eleqeyeke mezin hatin û esnafan anî ziman êdî ew ji şer bêzar bûne û gotin ku ew ê 24’ö Hezîranê AKP’ê bikin sendoqê. Li ser vê yeke namzeda HDP’ê Dersîm Dag jî diyar kir ku ji bo îktîdara AKP’ê dêk biçe û winda bike wê xebatên xwe bi şev û roj berdewam bikin. Her wiha Dersîm bang hemû welatî û bi taybetî jî ciwanan kir ku roja 24’ê Hezîranê hemû xwedî li sindoqan derbikevin û wiha got: “Ji ber ku em dizen xwe baş nasdikin.”
Esnafên Sûrê eleqeyeke mezin nîşanî Remziye Tosun dan
Namzeda HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û heyeta pê re li navçeya Sûrê serdana esnafên Çarşiya Penêr û yên Deriyê Mêrdînê kirin. Remziye û heyeta pê re ji aliye esnafan ve rastî eleqeyeke mezin hatin û esnafan diyar kir ku ew ê denge xwe bidin HDP’ê.
Remziye û heyeta pê re pişter çûn turbeya Hazretî Silêman û bi gel re hevdîtin kirin.
Li Egilê coşa gel
Namzeda HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û heyeta pere li Egilê bi jinan re hatin gel hev û atolyeya nexş û dirûnê ku jin lê dixebitîn ziyaret kirin. Salîha li atölyeye bi eleqeyeke mezin a jinan hat pêşwazîkirin. Salîha jî diyar kir ku HDP partiya jinan e û daxwaza piştgiriyê li jinan kir.
Salîha û heyeta pê re piştî serdanê wê bi jinan re civînekê jî li dar bixin.
Bedlîs
Di çarçevoya xebatên hılbijartina 24`ê hezîranê de li Serhedê xebatên HDP`ê bênavber berdewam dikin.
Bi nêzîkbûna 24`ê hezîranê re li her deveran xebatên HDP`ê bi pêşengiya jinan bênavber didomin. Li navçeya Elcewazê bi tevlîbûna namzeta HDP`ê ya Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç li gundên Hornas Pargat, Arîn û Aruçkus xebatên hilbijartinê hatine meşandin. HDP mal bi mal geriyan û jinan eleqeyeke mezin işanî namzedan da.
Mûş
Di heman demê de li Mûşê jî bi tevlîbûna namzeta HDP`ê Gûlîstan Kiliç Koçyigit li gundên Çalpur, Xinzora jor, Xinzora jêr, Aner û Derika anerê xebat hat meşandin. Gundiyan bi coşeke heyeta HDP’ê pêşwazî kirin.
Edene
Li Edeneyê jî xebatên jinan bê navber berdewam dikin. Namzedê HDP’ê Edîp Çaçan û Berîtana Onen li navçeya Yureyirê hala sebze ziyaret kirin û esnafan jî ew bi xweşbînî pêşwazî kirin.
Herwiha Namzedên parlamenteriyê Sever Uzun û Denîz Varol jî li Ceyhanê gundê Dagistan û Yalakê ziyaret kirin.
Mêrsîn
Li Mêrsînê xebatên hilbijartinê di pêşengiya namzedên HDP’ê de li navend û nevçeyên mêrsînê Tersûs, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr bi civînên gel û bi serdana esnafan berdewam kirin.
Hatay
Li Hatayê jî li navçeya samandagê namzedên HDP’ê Hulya Kavuk û Kerem Nalbant li navçeyê serdana esnafan kirin. Namzedan pirsgirkên esnafan guhdar kirin û ji bo HDP’ê deng xwestin.