Gel piştgirî da namzedên jin ên HDP’ê 2018-06-07 17:33:24   -NAVENDA NÛÇEYAN – Îro jî xebatên namzedên jin ên HDP’ê lig elek bajaran berdewam kirin û gel piştgiriyeke mezin da namzedan.    Namzedên jin ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îrojî xebatên xwe li Amed, Edene, Hatay, Mêrsîn, Bedlîs û li Mûşê berdewam kirin.   Amed   Hedepê xebatên xewe îro jî li Amedê li navçeya Yenîşehîr, Sûr û Egilê berdewam kirin   Xebatên HDP’ê yên di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li taxa Ofîsê ya navçeya Yênîşehîr a Amedê  berdewam kirin namzedan serdana esnafên bazarê kir û pirsgirêkên wan guhdar kir. Namzeta HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, endam û rêvebirên navend û navçeyê tevlî  xebatên hilbijartinê bûn.   Namzedên HDP’ê ji aliye esnafan ve rastî eleqeyeke mezin hatin û esnafan anî ziman êdî ew ji şer bêzar bûne û gotin ku ew ê 24’ö Hezîranê AKP’ê bikin sendoqê. Li ser vê yeke namzeda HDP’ê Dersîm Dag jî diyar kir ku ji bo îktîdara AKP’ê dêk biçe û winda bike wê xebatên xwe bi şev û roj berdewam bikin. Her wiha Dersîm bang hemû welatî û bi taybetî jî ciwanan kir ku roja 24’ê Hezîranê hemû xwedî li sindoqan derbikevin û wiha got: “Ji ber ku em dizen xwe baş nasdikin.”   Esnafên Sûrê eleqeyeke mezin nîşanî Remziye Tosun dan   Namzeda HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û heyeta pê re li navçeya Sûrê serdana esnafên Çarşiya Penêr û yên Deriyê Mêrdînê kirin. Remziye û heyeta pê re ji aliye esnafan ve rastî eleqeyeke mezin hatin û esnafan diyar kir ku ew ê denge xwe bidin HDP’ê.   Remziye û heyeta pê re pişter çûn turbeya Hazretî Silêman û bi gel re hevdîtin kirin.   Li Egilê coşa gel   Namzeda HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz û heyeta pere li Egilê bi jinan re hatin gel hev û atolyeya nexş û dirûnê ku jin lê dixebitîn ziyaret kirin. Salîha li atölyeye bi eleqeyeke mezin a jinan hat pêşwazîkirin.  Salîha  jî diyar kir ku HDP partiya jinan e û daxwaza piştgiriyê li jinan kir.   Salîha û heyeta pê re piştî serdanê wê bi jinan re civînekê jî li dar bixin.   Bedlîs   Di çarçevoya xebatên hılbijartina 24`ê hezîranê de li Serhedê xebatên HDP`ê bênavber berdewam dikin.   Bi nêzîkbûna 24`ê hezîranê re li her deveran xebatên HDP`ê bi pêşengiya jinan bênavber didomin. Li navçeya Elcewazê bi tevlîbûna namzeta HDP`ê ya Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç li gundên Hornas Pargat,  Arîn û Aruçkus xebatên hilbijartinê hatine meşandin. HDP mal bi mal geriyan û jinan eleqeyeke mezin işanî namzedan da.   Mûş   Di heman demê de li Mûşê jî bi tevlîbûna namzeta HDP`ê Gûlîstan Kiliç Koçyigit li gundên Çalpur, Xinzora jor, Xinzora jêr, Aner û Derika anerê xebat hat meşandin. Gundiyan bi coşeke heyeta HDP’ê pêşwazî kirin.   Edene   Li Edeneyê jî xebatên jinan bê navber berdewam dikin.  Namzedê HDP’ê Edîp Çaçan û Berîtana Onen li navçeya Yureyirê  hala sebze ziyaret kirin  û esnafan jî ew bi xweşbînî pêşwazî kirin.   Herwiha Namzedên parlamenteriyê Sever Uzun û Denîz Varol jî li Ceyhanê gundê Dagistan û Yalakê ziyaret kirin.   Mêrsîn   Li Mêrsînê xebatên hilbijartinê di pêşengiya namzedên HDP’ê de li navend û nevçeyên mêrsînê Tersûs, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr bi civînên gel û bi serdana esnafan berdewam kirin.   Hatay   Li Hatayê jî li navçeya samandagê  namzedên HDP’ê Hulya Kavuk û Kerem Nalbant  li navçeyê serdana esnafan kirin. Namzedan pirsgirkên esnafan guhdar kirin û ji bo HDP’ê deng xwestin.