Jinên Kobanê dest bi patoskirina genim kirin
- 13:10 6 Hezîran 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Bi pêşengtiya Komîteya Aboriya Jinê ya Kantona Kobanê jinên Kobanê dest bi patoskirina genim kirin.
Komîtaya Aboriya Jinê ya Kantona Kobanê bi armanca geşkirina aboriyê li gundê Şexlê li 35 donim zevî genim çandibûn. Niha jî jinên Kobanê bi hatina dema patoskirinê dest bi patoskirina genim kirin.
Têkildarî mijarê de Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kantona Kobanê Hemîde Mihemed got:"Me ji bo geşkirina aboriyê û pêşxistina jinê ya di qada aboriyê de dest bi xebatên ku aboriyê pêş dixe kir. Niha em gelek kêfxweş in ku em berhemên keda xwe digirin. Bi saya vê xebatê jin niha berhema keda xwe digirin."
Her wiha Endama Komîteya Aboriya Jinê ya Kantona Kobanê Zehra Şêxo jî bang li hemû jinan kir ku beşdarî xebatên projeya aboriyê bibin û aboriya xwe geş bikin.