Li Merîvanê kuştina du jinan a bi guman
- 12:01 6 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Du jinên bi navê Ameneh Saidi û Feride Saidi bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan.
Li bajarê Merivanê yê Rojhilatê Kurdistanê du jinên bi navê Ameneh Saidi û Feride Saidi bi îdiaya ku întihar kirine, bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dan. Hat diyarkirin ku her du jinên bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dane seyyartî dikirin.
Nehat hînbûn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn dest pê kiriya yan na. Rêxistinên mafên mirovan da zanîn ku li Îranê ji meha Adarê heta niha mirinên gumanbar ên jinan zêde bûne.