Jinên Kurd ên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn şewitandin hatin bibîranîn

  • 10:54 6 Hezîran 2018
  • Rojane
Ehlam Hecî/Orîvan Ebdo
 
ŞENGAL - 19 jinên Kurd ên ji Şengalê ku li Mûsûlê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn şewitandin ji aliyê TAJÊ  û YJCÊ ve hatin bibîranîn.
 
Di 5'ê Hezîrana 2016'an de 19 jinên Kurd ên ji Şengalê li Qada Mûsûlê ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatibûn qetilkirin. 19 jinên Kurd ên ji Şengalê ku li Mûsûlê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn şewitandin ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) ve hatin bibîranîn. 
 
Bi dirûşma "Bi rêxistin û têkoşîna jinan em ê rakin tola hezar salan” meş ji bo 19 jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin şewitandin hat lidarxistin. Meş bi daxuyaniya nivîskî bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê endama YCJÊ Avesta Xabûr hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê têkoşîna jina Kurd a li dijî zordestiyên desthilatdaran bidome û hat gotin ku li dijî pergala hişmendiya baviksalarî dê îradeya jina Kurd neyê şikandin.