'Em dixwazin aştî û demokrasî bê'

  • 09:06 6 Hezîran 2018
  • Rojane
QERS - Şaredariya Qersê ya MHP’î ku bi salane bajar terkî qedera wê kiriye beriya hilbijartinan dest bi xebatên rê kir û vê yekê jî rê li ber bertekên gel vekir.
 
Şaredariya MHP’ê ya Qersê ku bi salane bajar terkî qedera wê kiriye, beriya hilbijartinê dest bi xebatên rê kir û vê jî rê li ber bertekên welatiyan vekir. Gel bertek nîşanî nêzîkatiyê da û mexduriyetên xwe anîn ziman. Welatiyan bi lêv kirin ku her sal ji wan re dibêjin ‘em ê ji we re rê çê bikin’ û me dixapînin û gotin: “Xebatên rê û binesaziyê ji xwe karê wan bû lê wek diyarî didin ber me. Em rê naxwazin, em aştî û demokrasiyê dixwazin”
 
Welatiyên li taxa Subatan dijîn, diyar kirin ku her cara ku baran dibare her der dibe ax û herî û wiha gotin: “Mirov derdikevin fezayê, lê hîn rêyek ji bo me gelê Qersê nehatiye çêkirin.”