ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 6 Hezîran 2018
- Rojev
*Namzeta HDP’ê ya Agiriyê Kezîban Dumlu ya ji rêza çaremîn bû namzet bi salane di têkoşîna siyasî ya Kurd de têdikoşe û diyar kir ku ew ji bo mafên jinan ên hatine xespkirin şûnde bigire wê têkoşînê li meclîsê jî bimeşîne. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’a Îzmîrê Semra Uzunok diyar kir ku HDP çav û gûhê jina ye û berxwedanên Flormar û Avonê jî silav kir. Semrayê her wiha banga tevlîbûna vekirina buroya jinan a li Îzmîrê kir. BI DÎMEN
*Li Mêrdînê bi hatina havînê re li baxçeyan dest bi komkirina gêlazan hat kirin û li bazar û ser riyan cihê xwe girtin. Faîze Aksoy bi lêv kir ku niha dema gêlazan e û wiha got: “Çend mehên din şûnde em ê tirî kom bikin. Piştre jî em ê hinaran kom bikin û ava wê derbixin. Mirov çiqas li axê binêrin evqas jê hilberîn digirin.” BI DÎMEN
*Li taxa 100.Yil ku piranî xwendekarên ODTU'yê lê dijîn, xwendekar û şêniyên taxê ereboka destan a bi kulîlkan xemilandine veguhertin wesayîta hilbijartinê û wesayît rastî eleqeyek mezin tê. BI DÎMEN
*Seroka Giştî ya Ka.Der'ê Nuray Karaoglu tabloya namzetên jin a 24’ê Hezîranê ya partiyên siyasî nirxand û wiha bang li jinan kir: “Hûn xetereya em tê de ne dizanin gelo? Em bi zîhniyetek ku me tune dihesibîne re rû bi rû ne. Divê em hema rabin ser piyan. Me ji zûde meclîs heq kiriye.” BI DÎMEN
*Şaredariya Qersê ya MHP’î ku bi salane bajar terkî qedera wê kiriye beriya hilbijartinan dest bi xebatên rê kir û vê yekê jî rê li ber bertekên gel vekir. BI DÎMEN
*Li Nisêbînê mêrê bi navê Ferhat K. zarokek ji ber dibistanê girtibû, îstîsmara zayendî lê kir û piştre jî ew tehdît kiribû. Fehat K. ji doza ku girtî jê dihat darizandin hat tahliyekirin.
*-Bi nêzîkbûna 24'ê Hezîranê re xebatên HDP'ê li Serhedê li dijî hemû pêkûtiyên hikûmetê bênavber berdewam dikin. Der barê xebatên hilbijartinê û pêkûtiyên hikûmeta AKP'ê de namzeda HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigit ji ajansa me re nirxandin kir. BI DÎMEN
*AKP ya derbarê pisgirêka Kurd de li ser ‘hesabên dengan’ nêzîk bû, di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû û li ser vê yekê pêvajoya çareseriyê bi dawî kir. Daxuyaniya namzetê serokomariyê yê AKP’ê Tayyîp Erdogan bû destpêka sê salên bi komkujî û qedexeyên dirêj.