Jin li Bedlîsê mal bi mal geriyan û ji bo DHP'ê deng xwestin

  • 15:31 5 Hezîran 2018
  • Rojane
BEDLÎS/MÛŞ-Xebatên HDP`ê yên hilbijartinê  li bajar tax û navçeyan berdewam dikin. Di çarçoveya van xebatan de jin li Tetwanê mal bi mal geriyan û ji bo HDP'ê û Selehattîn Demîrtaş Deng xwestin.
 
Di çarçevoya xebatên  hilbijartina 24`ê hezîranê de rêxistina HDP`ê li gundan,taxan û navçeyan bênavber xebatên xwe berdewam dikin. Li navçeya Bedîlîsê ya  Tetwanê  jin li taxa Cumhuriyetê mal bi mal xebata hilbijartinê dan meşandin û deng xwestin. Ji her jinekê  dengek ji bo HDP,dengek jî ji bo Selahhatîn  Demîrtaş hat xwestin. 
 
Li Mûşê jî xebat
 
Di heman demî de li Muşê jî di çarçoveya xebatên hilbjartinê de ji aliyê rêxistina HDP'ê ya Mûşê ve li gundên Karameş, Simtoros û gundê Zoravayê bi tevlîbûna namzeta HDP'ê ya Mûşê Gûlîstan Kiliç Koçyigit xebata hibijartinê hat meşandin.