Ji Lîsa Çalan peyama 5'ê Hezîranê
- 14:34 5 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Derhêner Lîsa Çalan di mîtînga HDP'ê ya ku di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê pêk hat, herdu lingên xwe wenda kiribû. Lîsa Çalan di 3'emîn salvegera qomkujiyê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyama ku wê hîn hêviya xwe winda nekiriye da.
Di 5'ê Hezîranê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Qada Îstasyona Amedê mîtîng pêk anî. Di mîtîngêde endamê DAÎŞ'ê Orahan Gonder bombeya ser xwe teqandibû û 5 kesan jiyana xe ji dest dabûn , 400 kes jî birîndar bûbûn. Di navbera komkujiya 5'ê Hezîranê de 3 sal derbas bû lê hîn derbarê kesên berpirsiyar hîn ceza nehatiye dayin.
Derhêner Lîsa Çalan a ku di mîtînga 5'ê Hezîranê de du lingên xwe winda kir li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam da.
Lîsayê di parvekirina xwe de wiha got:"Çi dibe bila bibe ez hêviya xwe winda nakim ez bawer dikim ku ew ê rojekê aştî û azadî bê. Min her tim ji vê yekê bawer kir, ez dizanim ku dema em ji vê yekê bawer bikin ew ê tiştên hîn baş bibe."