Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re cara 761’an serlêdan hat kirin

  • 12:25 5 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Ebru Gunay û Sînan Zîncîr, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bike cara 761’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 760 caran serî li serdozgeriyê dan û serlêdanê wan her dem har red kirin. Dozgeriyê bi hinceta "Muxalefeta Hewayê heye", "Keştî xerabe ye" û “OHAL” heye serlêdan red kirin.