Li ser Fîgen Yuksekdag SEGBÎS hat ferzkirin

  • 12:24 5 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag de ku ji ber di bin çavan de parastin kiribû û doz li wê hatibû vekirin, biryar hat dayîn ku bi riya SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Figen Yuksekdag, di 4'ê Mijdara 2016'an de, dema di operasyona li dijî HDP'ê de hat binçavkirin, di bin çavan de parastin kiribû. Ji ber parastina wê der barê wê de doz hat vekirin. Piştî doz hat vekirin û heta 2 salan ceza jê hat xwestin danişîna wê hat dîtin. Danişîna dozê li 13'emîn dadgeha Asliye Ceza ya Amedê hat dîtin. Fîgenê ku li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kandira girtî ye tev li danişînê nebû. Parêzera Yuksekdag Reyhan Yalçindag Baydemir, parastin kir û diyar kir ku muwekîla wê ji ber nasnameya xwe ya polîtîk tê darizandin. Bi heman sedemê li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî doz hatiye vekirin. Reyhanê, xwest doz bê xistin. Heyetê der barê Yuksekdag de biryara bi riya SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe da. Heyetê dîsa xwest mînaka doza der barê Yuksekdag a li Enqereyê jî bê xwestin.