ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2018AN
- 09:00 5 Hezîran 2018
- Rojev
*Berdevka DÎK’ê û parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya da zanîn ku bê ehlaqiya di bin navê ol de tê kirin sînoran nas nake û dikeve jiyanê. Hudayê wiha berdewam kir: “Oldariyek wisa di ayetên hatine xwarê de tune ye. Hewce bi hilberandina pîroziyên sexte tune ye. Pîroziya rast jiyan e û ev desthilatdarî jiyanê qir dike.” BI DÎMEN
*Namzeda Bedlîsê Sevda Tabak Yamaç ya ji kevneşopiya têkoşînek a ji DEHAP’ê heta HDP’ê dirêj dibe tê wiha dibêje: “Li vî welatî divê êdî her tişt biguhere. Jin jî divê pêşengiya vê guherînê bike.” BI DÎMEN
*Kevneşopiya jinên Kurd a bi benên kesk, sor, zer yên bi textan ve girê didin û çêdikin hîna didome. Sarigul Eşiyok a ev kevneşopî ji pîra wê ji dayika wê re ji dayika wê jî ji wê re maye ew niha berdewam dike. BI DÎMEN
*Meclîsên Pêvajoya Hilbijartinê bi armanca hilbijartina 24’ê Hezîranê di hawirek bi ewle de derbas be hat avakirin û li gelek bajarên Tirkiyeyê xebatan dimeşîne. Endamên platformê li dijî xîleyên sindoqan bang kirin û gotin: “Hêviya me heye. Yên bi ser bikevin wê em bin.” BI DÎMEN
*Hîndekarên endamên Velî-Der diyar kirin ku mifredata di meriyetê de mifredata herî xerab e û got dixwazin civakek ku serî ditewînin biafirînin. BI DÎMEN
*Fîlîz Yenîçerî ya ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê bû bernamzet û di lîsteya CHP’ê de cih negirt, diyar kir ku mêr naxwazin kursiyan terk bikin û divê hegomonyaya mê ya di siyasetê de bê hilweşandin. BI DÎMEN
*Xatûn Savur diyar kir ku bi salane ji bo jiyana xwe bidomîne hemû derî li rûyê wan hatiye girtin û wiha got: “Ev 6 sale ez li vir im. Dema AKP bê ber deriyê min û deng bixwaze ez tu car dengê xwe nadim AKP'ê.” BI DÎMEN