Li Bakirkoyê 7 kes hatin binçavkirin
- 16:19 4 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Polîsan li Kadikoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî kedkarên çemawerî yên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin kirin û 6 kes binçav kirin.
Polîsan li Kadîkoyê û Bakirkoyê mûdaxileyî kedkarên çemawerî yên bi KHK’ê ji kar hatin avêtin kirin û 6 kes binçavkirin. Karkerên ji kar hatin avêtin, her heftê rojên Dûşemê, Çarşembê û Înê li Kadikoyê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Di çalakiya hefteya 68’emîn a çalakiya li Altiyol a Kadikoyê de polîsan destûr nedan karker çalakiya xwe pêk bînin û 6 keskî binçav kirin.
Navên karkerên hatin binçavkirin wihane: Huseyîn Demîr, Ozgur Karadaş, Abdullah Şenyuva, Songul Tunçdemîr, Maşuk Oztekîn û xwendekar Gulşen a paşnavê wê nehat zanîn.
KESK’iyên ligel Îna derbas bûyî polîsan bi awayekê tund mûdaxileyê wan kir û 29 kes binçavkirin jî, dîsan li Bakirkoyê kom bûn. Polîsan mûdaxileyî KESK’iyên xwestin li Bakirkoyê çalakiyê li dar bixin kirin û gotin dê teqez destûrê nedin çalakî pêk were.