Li gel ku gotin em ê bên darvekirin jî hatin dersînorkirin

  • 16:12 4 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinek û mêrekî ku sînorê Îranê derbas kirin û di ser Wanê re hatin Tirkiyeyê ku navê wan nehat zainîn, li gel ku gotin ew ê me darve bikin jî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin dersînorkirin. 
 
Tîmên Muduryeta Edeneyê, piştî ku agahiya wê penaberên ji di ser Wanê re ji Edeneyê derbasî Stenbolê bibin hatin navçeya Sariçamê.  Polîsên ku du minîbusên penaber di wan de bûn rawestandin û gotin em ê we dersînor bikin mêrek û jineke Îranî bertek nîşanî polîsan dan.
 
Jina ku navê wê nehat zanîn, diyar kir ku ji ber serê wê vekiriye milên wê qut û porê wê boyaxkirî ye dema biçe Îranê wê milê wê bê jêkirin û hevalê wê yê ku pê re jî bû ji ber ku li laşê xwe deq kiriye wê bê darvekirin. Kesên mijara gotinê ku alîkarî xwestin  piştre bi wesayitan birin Muduriyeta Koçberan a Bajarê Edeneyê  piştî kar û barên wan ê li muduriyet her du kes hatin dersînorkirin.