Li Çukurovayê çoşa HDP'ê
- 15:21 4 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de çûn serdana bazirganên bajarên Edene, Mêrsîn, Antalya û Osmaniyeyê.
Namzetên Parlamenteriyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kuçe bi kuçe, sûk bi sûk digerin û xebatê xwe yên hilbijartinê didomînin. Namzetên Parlamenteriyê Rozerin Tosun, Demiz Varol û Bêrîtan Onen li Kuçeya Fevizpaşayê çûn serdana bazirganan. Her wiha li kuçeyên Yunus Emre, Anadolu, Kiremithane û Başakê yên navçeya Yuregirê û li Kurttepeya Çukurovayê namzetan serdana bazirganan kirin.
Mêrsîn
HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Tersus, Akdeniz, Toroslar, Yenişehir û li Mezitliyê civînên gel li dar xist. Namzet çûn serdana bazirganan. Namzetên HDP'ê ji aliyê gel bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Namzetên parlamenteriyê yên HPD'ê bal kişandin ser pêkanînên AKP'ê yên 16 salan û diyar kirin ku ji bo Turkiyeyek demokratîk divê hemû kes dengên xwe bidin HDP'ê.
Antalya
HDP'ê li navenda bajêr a Antalyayê stant vekirin û belavok li gel belav kirin. HDP'yan bi gel re sohbet kir û banga xwedîderketina li sindoqan kirin.
Osmaniye
Li Osmaniyeyê namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê Ahmet Eken, Derya Turhan ve Muslum Çagan û Rêvebirên HDP û DBP'ê re li Bazara Semta Duşemê ya girêdayî navendê serdana bazirganan pêk anîn. HDP'ê belavok belav gel kir û bi gel re sohbet kir.