Li dîjî şîdeta sîtematîk mafê xwe yê parastinê bi kar anî

  • 13:02 4 Hezîran 2018
  • Rojane
ANTALYA - Li Kepezê jina bi anvê N.S., mêrê bi navê Cengîz Aydin ku bi awayê sîtematîk şîdet lê dikir ji bo parastina xwe bike kuşt.
 
Li navçeya Kepezê ya Antalyayê duh êvarê Mêrê bi navê Cengîz Aydin, li dijî jina bi nnavê N.S. şîdet pêk anîn.  N.S. ya ku xwe xist odê û derî li ser xwe qufiland telefonî polîsan kir û alîkarî xwest. Di vê naberê de Cengîz Aydin ket hundir û xwest ku N.S. bikuje.  N.S. jî xwe parast û Cengîz Aydin kuşt.
 
N.S.ya ku bi telefonê xwe gîhand tîmên tendirustiyê piştre hat binçavkirin û cenazeyê Cengîz jî rakirin morgê.
 
N.S. di îfadeya xwe ya ku da de diyar kir ku ew her roj bi awayê sîtematîk ji aliyê Cengîz ve bi şîdetê re rûbirû dihat hiştin.