Ji ber piştguhkirina Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê zarokekî jiyana xwe ji dest da

  • 11:25 4 Hezîran 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê kûçik dev li zarokê bi navê Arafat Çaglar kir û ji ber piştguhkirinê jiyana xwe ji dest da. Xebatkara nexweşxaneyê anî ziman ku aşiya sebenêzê (immünglobulini) li zarok nehatiye xistin loma zarok jiyana xwe ji dest daye. Xebatkara nexweşxaneyê piştguhkirina ku li nexweşxaneyê qewimî ji ajansa me re rave kir.
 
Dora mehek berê li navçeya Cizîra Şirnexê zarokê bi navê Arafat Çaglar dema ku çû dibistanê kuçîk dev lê kir. Arafatê ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hat îdiakirin ku ji ber piştguhkirina nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Arafatê ku rakirin nexweşxaneyê demekê hat tedawîrkirin û dawiyê hat taburcukirin. 
 
10 Roj şûnde Arafat dîsa nebaş bû û ew rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dîlokê. 
 
Arafatê ku 20 roja hat tedawîkirin do jiyana xwe ji dest da. 
 
Aşiya İmmünglobulini nehat kirin!
 
Xebatkara Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku nexwest navê xwe bide wiha got:"Roja ku Arafat anîn nexweşxaneyê aşiya sebenêzê (immünglobulini) li zarok nexistin. Di vaqayên sebenêzê (kuduz) de divê kêl neavêtina ser çavên zarok lê li nexweşxaneyê ser rûyê zarok dirûtin. Her wiha gazî bijîşkê enfeksiyonê nehat kirin."
 
Cerrahê plastîkê: Tiştekî ku ez bikim tuneye!
 
Ji xeynî van pişthguhkirina Cerahê Plastîkê yê ku ji bo rûyê zarok gazî kirên got:"Tiştekî ku ez bikim tuneye." Cerrahê Plastîkê nehat nexweşxanyê. 
 
Şaredariyê derbarê bûyerê de tedbîr negirt, bijîşkên nexweşxaneyê hatin hişyarkirin
 
Xebatkara nexweşxaneyê wiha domand:"Dema ku zarok anîn nexweşxaneyê divê agahî bidan Sistema Agahdariyê ya ji bo Nexweşiyên Şewbê lê wan agahî nedan. Divê di rewşê wiha de şaredarî bê agahdarkirin. Derbarê vê yekê de şaredariyê jî tedbîr negirt divê heta niha hemû kûçik bihatan girtin. "
 
Her wiha ji bo ev bûyer ser wê bê girtin hat hînbûn ku bijîşk ji aliyên hinek kesan ve hatine hişyarkirin. 
 
Her wiha di 26'ê Tebaxa 2017'an de jî jina bi navê Feyruz Polat ji ber ku pisporê nexweşiya jinan tunebû, jiyana xwe ji dest dabû.