Li Şengalê firina jinan hat vekirin

  • 09:08 4 Hezîran 2018
  • Rojane
Orîvan Ebdu/ Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Jinên Şengalê di her qadên jiyanê de xwe bi rêxistin dikin. Ji aliyê TAJÊ ve li Şengalê firin hat vekirin û di firinê de sê jin dixebitin. 
 
Ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê firina jinan hat vekirin. Jinên ku di firinê de dixebitin diyar kirin ku ew ê wekî jinên Şengalê çalakbûyin û têkoşîna xwe ya di her qada jiyanê de bidomînin. 
 
Jina bi navê Merkas Xelaf diyar kir ku ew bi kêfxweşiyek mezin di firinê de dixebite û got:"Em wekî jinên Şengalê dikarin di her qada jiyanê de xwe bi rê ve bibin. Ji bo em neyên çewisandin divê em her dem çalak bin. Cihê jinê ne tenê li mal e jin li qadên jiyanê dikarin bixebitin û xwe bi rê ve bibin."
 
'Divê her jin bixebite û li ser lingên xwe bisekinin'
 
Deliya Xelaf jî wiha got:"Dema ku ez dîbinim jinên Şengalê di her qadên jiyanê de çalak in û berxwe didin ez gelekî kêfxweş dibim. Ez dixwazim di her gund û bajarî de jin di warê xebatê de cihên xwe bigirin û pêş bikevin. Divê jin di her warî de ber xwe bidin û pêdiviya wan ji kesekî din nemîne. Em sê jin di firinê de bi awayekî wekhev dixebitin û berxwe didin. Ez pêşniyar dikim ku hemû jin bixebitin û li ser lingên xwe bisekinin." 
 
Eliya Merwan jî kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:"Berî fermanê cihên kar ên ji bo jinan tune bû lê niha hene û jin bi kêfxweşî dixebitin. Ez bang li hemû jinan dikim ku hemû vegerin ser axa xwe û ji dil û can bixebitin û axa xwe hembêz bikin."