Piştî întîxara Dîlekê rewşa zarokên keç derket holê
- 09:05 4 Hezîran 2018
- Rojane
WAN -Endamên Platforma Jinan a Ahtamara, li ser mirina bi guman a Dîlek Olgun ku li gundê sînor ê Qelqeliyê pêk hat, çû cem malbata wê. Platformê li gund tespît kir ku zarokên keç yên gund zû tên zewicandin, di bin zextê de dijîn, ji ber leşkerên Îran û Tirkiyeyê nikarin derkevin derve û cemat bandorê li ser zarokan dike. Her wiha heman platformê aşkera kir ku rêjeya întîxra zarokên kûr û keç jî zêde ye.
Li gundê Axruka Jor a Qelqeliya Wanê di 27’ê Gulanê de Dîlek Olgun ya 21 salî di saetên sibehê de li mala xwe mirî hat dîtin. Platfroma Jinan a Ahtamara çû gund û hevdîtin kir. Di encama serdanê de derket holê ku li gund gelek kesî întîhar kiriye. Endamên platformê û hevşaredara Qelqeliyê ya qeyûm hat şûna wê Handan Bagci çû serdana malbata Dîlekê.
Xwişka Dîlekê diyar kir ku roja bûyerê birayê wê qulpa derî derxistiye û li rewşa Dîlekê mêze kiriye û got: “ Birayê min çawa mêze kir dît ku Dîlek darvekiriye.Piştre derî şikand û ket hundir. Me rakir Nexweşxana Dewletê ya Qeleqeliyê, lê li wir jiyana xwe ji dest da.” Sê rojan şîn hat danîn û Dîlek ji 6 xwişk û birayan ya herî mezin bû.
Xwîşka wê got Dîlek pir cudabû û got: “Pez dot û hat malê. Got westiya me û çû odeya xwe. Piştî demekê hat du mîndar bir. Nêzî 5 saetan deng jê derneket. Piştre me li derî xist. Venekir. Birayê min derî şikand. Me vekir. Em pir dereng mabûn. Destê wê bibûn wek cemed. Ji zûde miribû.”
‘Em ditirsin derkevin derve’
Xwişka wê diyar kir ku li sînor leşkerên tirk û Îranê di kulubeyan de nobetê digirin û got: “Her tim ji Îranê penaber tên. Em zû deriyên xwe digirin û dernakevin derve. Em ji leşkeran ditirsin. Hemû roja me li malê derbas dibû. Dîlekê her tim Kuran dixwend. Birayê min li Cemaata Sulyemaniyan dimîne. Pirtûkên ji wir dianî Dîlekê dixwend. Li gund gelek zarokên keç û kûr întîxar dikin. Keç heta pola 5’an dikarin bixwînin. Zarokên keç zû tên zewicandin.”
Ji platforma Jinan a Ahtamar Ayşe Mînaz jî çavdêriyên xwe wiha vegot: “Ji ber gund nêzî sînore, penaber tên nav gund û gundî ji ber ewlehiyê nikarin derkevin derve. Zarokên keç nayên xwendin. Keç hepsê malê dibin. Tu qadên wan yên civakî tune ne. Telefonê jî bi kar naynin. Malbat der barê bûyerê de tu tiştekî nizane. Zextên cemaetê mixabin li ser ciwanan hene û ciwan jehrî bûne. Ligorî agahiyên malbatê Dîlek gelek girêdayê jiyanê bûye. Lê bandora ol li ser pir giran bûye. Ligel zarokên keç yên kur jî întîxar dikin. Armanca me ev e ku em hawirên xweş ava bikin. Em dixwazin atolyeyên civakî û qadên civakî ava bikin.”