AKP ji bo berjewendiyên xwe bi hestên zarokan dilîze !

  • 12:00 3 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Heyta AKP'ê ya ku di xebatên hilbijartinê de çû serdana gundê Hêştekê yê girêdayî Rezana Amedê hat îdakirin ku  li zarokan bîsîklet belva kiriye. Niştecihên gund diyarkirin ku ji bo dengê xwe bidin wan li zarokên wan bîsîklet hatine belavkirin û anîn ziman ku fînansor jî Halk Bank e.
 
AKP'ya ku 16 sal e li ser desthilatdariyê ye hemû çavkaniyên tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û çadên çandî hemû hilweşandin. Vê carê jî wekî ku di hemû hilbijartinan de kir dîsa devê kîsik vekir. AKP'ya ku di bin navê piştevaniya civakî de li gel makarne û pere belav kir, vê carê jî li gundê Hêştek yê Baglarê li zarokan bîsîklet belav kirin. 
 
Bi destpêka pêvajoya hilbijartinê re AKP'ê berê jî li Baglar û Sûrê li gel hewaya germ komir belav kir û ev helwesta AKP'ê jî aliyê gel ve rastî bertekan hatibû.
 
Hat îdakirin ku bi hevkariya Muduryeta Saziya Perwerdeya Millî  û Halk Bankê li zarokan ji 50 zêdetir bîsîklet hatine belavkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî vê helwesta AKP'ê dan diyar kirin ku ji bo ew dengê xwe bidinê AKP'ê ev kar kiriye.