Li Êlihê jin li ser Sifreya Rojê hatin gel hev
- 11:41 3 Hezîran 2018
- Rojane
ÊLIH - Li Ser Sifreya Rojê ku di pêşengiya TJA'yê de hat danîn welatî bi xwarinên ku ji malên xwe anîn tevli bûn û Dayikên Aştiyê jî ji bo aştiyê dua kirin.
Tevgera Jinên Azad (TJA) li taxa Cudî ya Êlihê Sifreya Rojê danî. Li ser sifreya fitarê ku li Parka Sabrî Ozdemîr hat danîn namzedên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, Feleknas Uca, û Necdet Îpekyuz tevli bûn. Welataiyên ku hatin sifreyê bi xwarinên xwe yên ku ji malê anîn tevli bûn û coşa zarokan mohra xwe li sifreyê xist. Dayikên Aştiyê jî beriya fitarê ji bo aşktiyê dua kirin û piştre fitara xwe vekirin. Piştî fitarê welatîyan sifere rakir û derdor top kirin.