Li Keçiorenê êrîşî wesayeta hilbijartinê ya HDP'ê hat kirin
- 16:19 2 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Wesayeta hilbijartinê ya HDP'ê ya li Enqereyê digeriya rastî êrîşa 15 kesên nîjadperest hat.
Wesayeta hilbijartinê ya HDP'ê ya li Kuçeya Esertepe ya navçeya Keçiorena Enqereyê digeriya rastî êrîşa 15 kesên nîjadperest hat. Polîsan mudaxaleyî kesên nîjadperest nekirin. Her wiha polîsan nûçegîhan Oktay Înce jî binçav kirin.
'Berxwedana me ya li dijî faşîzmê dê bidome'
Namzeta Parlamentera Herêma Duyemîn a HDP'ê Nuray Turkmen got:"Xebatên me yên hilbijartinê wê bidome. Berxwedana me ya li dijî faşîzmê dê bidome."
Her wiha ji destpêka xebatên hilbijartinê heta niha her dem êrîş li dijî HDP'yan pêk hatiye.