'Dê di 24'ê Hezîranê de têk biçin'

  • 15:30 2 Hezîran 2018
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê  xebatên hilbijartinê yên namzetên HDP’ê didomin. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê derbarê xebatên hilbijartinê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Namzetên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Îpekyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî û Şukru Baytar, Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Bêrîvan Helen Işik, Hevserokê DBP’a Êlihê Şukru Baytar û Dayikên Aştiyê tev li civînê bûn. 
 
Di civînê de Ayşe Acar Başaran axivî û çapemeniya li Elihê ya ku ji 20 saziyan zêdetir e û tev li daxuyaniya wan nebûye rexne kir û got ku tenê ji bilî du sê saziyên çapemeniyê kes xebatên wan naşopîne. Ayşe di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li Êlihê partiya yekem HDP ye. Ji sedî 70’ê dengan digire. Tune hesibandina vîna gel me xemgîn dike. Yên ku vîna gel tune dihesibînin dê di 24'ê Hezîranê de têk biçin. Di 4’ê Hezîranê de em ê li Uçyola Zîlan a Hezoyê Hevserokê xwe giştî Sezaî Temel bi coşek mezin pêşwazî bikin. Çunkî em bi rojane xebata vê yekê dikin. Em diçin kîjan malê gel ji me re dibêje ‘em ê AKP bikin partiya tabelayê.’ Viya ne em gelê me dibêje.” 
 
Hevseroka HDP’ê ya Êlihê Berîvan Helen Işik jî der barê bernameya 4’ê Hezîranê de agahî dan û got: “Em ê di 4’ê mehê de saet di 16.00’an de li Uçyola Zîlan a Hezoyê Hevserokê xwe Sezaî Temellî pêşwazî bikin. Çawa me namzetên xwe bi heybet pêşwazî kir em ê hevserokê xwe giştî jî pêşwazî bikin. Piştî pêşwaziyê saet di 21.00’an de li buroya navendî dê hevserokê me xîtabî gel bike. Ji niha ve em ji gelê xwe re spas dikin.”