Dayikên Şemiyê: Heke edalet neyê Galatasarayê nayê Tirkiyeyê jî

  • 15:29 2 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL – Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Naîf Umaz ê di 1994’an de binçav kirin û piştî 3 mehan cenazeyê wî li goristan bêkesan hat dîtin pirsîn. Dayikan gotin: “Heke ku heta edalet neyê Galatasarayê dê neyê Tirkiyeyê jî.” 
 
Dayikên Şemiyê di hefteya 688’an de li Qada Galatasarayê çalakiya ji bo aqûbeta windayan û kujer bên darizandin dewam kirin. Dayikan wêneyên windayan hilda û laçik û qurnefilan danîn ser pankartê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê li aqûbeta Naîf Umaz ê di 7’ê hezîrana 1994’an de li Wêranşara Rihayê binçav kirin û piştî 3 mehan cenazeyê wî li goristana bêkesan hat dîtin pirsîn. 
 
Di çalakiyê de ewil birayê Hasan Ocak ê di 1995’an de li Stenbolê di binçavan de windakirin Alî Ocak axivî û got: “Bi salan e em li windayan digerin, lê encam nîne. Li herêmê ji ber pergala cerdevaniyê bi sedan kes winda kirin. Divê pergala cerdevaniyê bê betalkirin û cerdevanên sûc dikin bên cezakirin.” 
 
Daxuyaniya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Fatiş Erdogan xwend û wiha got: “Edaleta ku neyê Galatasarayê, dê qet neyê Tirkiyeyê jî. Hikumetên heta îro hatin ser kar berpisyariya xwe bi cih neanîn. Dewlet li dijî binpêkirina mafê mirovan a giran berpirsyariya xwe înkar dike. Ev rewş dike ku ji bo edalet pêk neyê tu encam dernaxe holê. Vê hefteyê jî hat înkarkirin. Pêvajoyek adil a darazê nayê şixulandin. 24 sal e dosyeya Naîf Umaz di tariyê de maye û em bi vê dosyeyê li Galatasarayê ne.”
 
Fatiş di dewama axaftina xwe de behsa çîroka windakirina Naîf kir û got ku piştî 3 meha cenazeyê Umaz li goristana bêkesan hat dîtin. Fatiş banga edaletê kir û xwest ku heyetek serbixwe ya lêpirsînê û lêgerînê bê ava kirin û lêpirsînê bike. 
 
Piştî daxuyaniyê çalakiyek kurt a bêdeng pêk hat.