'Ji bo xizmên windayan çi sozên we hene?'

  • 15:29 2 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - ÎHD’ê di çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 486’emîn de, bang li partiyên siyasî yên dê beşdarî hilbijartinan bibin kir û got: “Gelo ji bo aqûbeta windayan ronî bibe çi sozên we hene?”
 
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan, çalakiya “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” a hefteya 486’an li avahiya Şaxa ÎHD’a Amedê li dar xist. Rêveberên ÎHD’ê û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên kesên di dîrokên cuda hatin windakirin hilgirtin. Berî daxuyaniyê Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Adnan Orhan axaftinek kurt kir û wiha got: “Di salên 90’î de gelek cînayetên kiryar ne diyar hatin jiyîn. Ligel hemû hewldanên xizmên windayan jî, faîl nehatin darizandin.”
 
Adnan, bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên 16 salan û wiha bilêv kir: “Qaşo behsa demokrasiyê dikin. Lê başeroj ronî nekirin û faîl ceza nekirin. Em bang li hemû partiyên siyasî yên di 24’ê Hezîranê de beşdarî hilbijartinan bibin dikin ku gelo ji bo aqûbeta windayên me bên dîtin çi sozên we hene? Em li bendê ne ku heqîqet der bikeve holê û rastî cihê xwe bibîne. Dê lêgerîna edaletê ya me û dayîkan ber dewam bike.” 
 
Piştî Adnan, Îffet Muhtaş axivî û wiha got: “Birayê min Mehmet Tekdag di sala 1993’yan û birayê min Alî Tekdag jî di sala 1994’an de bi cînayetên kiryar ne diyar hatin kuştin. Ji bo faîlên birayên min bên dîtin bi salane em têdikoşin, lê heya niha me tu encam bi dest nexistin. Xwedî maf û hiqûqa me ji wan re ne hêl e.”
 
Rêveberê ÎHD’ê Hasan Yalçin daxuyaniya vê hefteyê da û behsa çîroka Hasan Aksu yê li gundê Sîltok a navçeya Dêrika Mêrdînê yê bû qûrbanê cînayetên kiryar ne diyar, kir. Hasan, diyar kir ku leşker û cerdevanan tim bi ser gundê Aksu de digirtin û ji bo bibin cerdevan zext li gundiyan dikirin. Adnan, da zanîn ku di vê navberê de keça Aksu beşdarî PKK’ê dibe û wiha axivî: “Ji ber vê yekê gefên li ser Aksu zêdetir dibin. Di 6’ê Hezîran 1994’an de 5 kesên gotin ew ji Qereqola Cendirmeyan a Uçyol hatin bi darê zorê Aksu li Torosa Spî siwar kirin.  Birayê wî plakaya wesayîdê qeyd dike. Hem malbat Aksu û hem gundî dibin şahidê bûyerê. Malbata Aksu çend rojan li benda Aksu dibin lê nayê berdan. Li ser vê yekê malbat serî li Qereqola Cendirmeyan a Uçyol û Dêrîkê didin. Torosa Spî ya Aksu bir, li ber deriye Qereqola Cendirmeya Uçyolê bû. Lê rayedarên qereqolê gotin ‘ne li gel me ye.’ Serlêdana malbatê bê encam ma û carek din agahî ji Aksu nehat gitin.”
 
Adnan, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Derbarê windakirina Aksu de, herî dawî malbatê di 16’ê Tîrmehya 2012’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê da. Dozger serlêdan red kir. Dinava 24 salan de hiqûq nehat cih. Ji bo rastî derbikeve holê lêpirsînek bi bandor nehat kirin. 24 salin aqûbeta Aksu di tarîtiyê deye. Yên Aksu winda kirin, bi mertalên bê cezakirinê hatin parastin.”
 
Piştî daxuyaniyê pênç deqeye çalakiya rûniştinê pêk hat.