Leylaya ku tê tehdîdkirin: Ji bo ew bên cezakirin qey divê ez bimirim?

  • 09:24 7 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Leyla Yildirim a ku xwişka Nihat Yildirim ê ku sala borî ji aliyê Hamit S. ve hat kuştin, diyar kir ku birayê wê ji aliyê 4 kesan ve hatiye kuştin û van kesan ew jî derp kiriye û gefan lê dixwin. Leylayê anî ziman ku kesên wê tehdît dikin cerdevan in û çiqas jî bên gilîkirin ceza li wan nayê birîn. 
 
Li qezaya Dêrgulaya Şirnexê sala borî derbarê kuştina Nihat Yildirim de  li Hamit S., Beşir S., Mehmet Şirin S. ve Kasım S. doz hatibû vekirin lê tenê li Hamit S. ceza hatibû birîn. Xwişka Nihat Yildirim, Leyla Yildirim anî ziman ku kesê birayê wê kuştine niha wê tehdît dikin û wê derb dikin. Leylayê anî ziman ku her dem ew tê tehdîtkirin lê dema ku kesên wê tehdît dikin gilî dike jî, tiştek derbarê wan de nayê kirin. 
 
'Em ji aliyê kesên ku birayê me kuştine tên tehdîdkirin'
 
Leylayê anî ziman ku ev 20 sal in ew li Dêrguleyê dijîn û ji ber pirsgirêkek biçûk a êzingan birayê wê yê bi nexweşiya pençeşêra îlîkê ye, hatiye kuştin û got:"Ji ber ku em her dem tên tehdîdkirin ji malbata me niha kes nikarin bixwînin perwedeya wan nîvcoyî ma. Em ji aliyê kesên ku birayê me kuştine tên tehdîdkirin."
 
'Kesên ku ji min re şahidî kirin ji aliyê jandarmeyê ve hatin tehdîdkirin'
 
Leylayê anî ziman ku kesên ku birayê wê kuştine tên baxçeyên wan o mîhê xwe diçêrînin û got:"Dixwazin dîsa nîqaş derkeve. Min got 'hûn ji bo çi li ser erdê me mîhê xwe diçêrînin' li min xistin. Çend roj berê derb jî bera min dan. Min ev tişt ji walî jî got. Komûtanê alayê hat got 'Tiştên ku hewce dike em ê bikin' lê nekirin. Jendarmayê kesên ku wê şahidiyê ji min re bikin tehdît kirine."
 
'Ji ber ku cerdevan in kesek dest wan nade'
 
Leylayê da zanîn ku kesên birayê wê kuştine cerdevan in loma ceza nagirin û got:"Divê her çar kesên ku bûne sedema mirina birayên min bên cezakirin. Ji bo ew bên cezakirin qey divê ez bimirim? Ev hemû tiştana ji ber ku wan ceza negirtin, tê kirin."