‘Divê gel mafê xwe yê wergirtina nûçeyan biparêze’

  • 09:05 19 Mijdar 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Rojnameger Gulfem Karataş, der barê êrîşên li hemberî rojnamegeran û tundiya polîsan de axivî û got, “Hewl didin pênûsa me bişkînin.” Her wiha bang li raya giştî û hevrêyên xwe yên rojnameger kir ku li dora têkoşînê bibin yek û got, "Ji bo rastî derkeve holê divê rojnameger li kêleka gel bin."
 
Ji ber zextên hikûmetê û tundiya polîsan her roj binpêkirineke nû ya mafên mirovan derdikeve holê. Rojnameger dema ku erkên xwe pêk tînin, hem bi tundiya fîzîkî hem jî bi ya psîkolojîk re rû bi rû dimînin.
 
Li Tirkiyeyê ku azadiya çapemeniyê tê astengkirin, zextên li ser çapemeniyê tên asteke ku ne tenê mafê rojnamegeran, mafê civakê jî binpê dike. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) di rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên jinên rojnameger a di meha cotmehê de diyar kir, 6 rojnamegerên jin hatin binçavkirin, 5 rastî gefan û 3 jî rastî êrîşa fîzîkî hatin. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku gihandina 126 naverokên medyaya dîjîtal hatiye astengkirin û 10 jî qedexeya weşanê hatiye ragihandin. Dîsa di rapora meha cotmehê ya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) de hat parvekirin ku 9 rojnameger dema nûçe dişopînin rastî tundiya polîsan hatine û 11 rojnameger jî 19 sal û 8 meh ceza danê.
 
Endama Komîsyona Jin û LGBTI+ ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Rojnameger Gulfem Karataş, têkildarî zextên li ser rojnamegeran û tundiya polîsan ji JINNEWS’ê re axivî.
 
'Em mafê gel ê agahdarkirinê diparêzin'
 
Gulfem Karataş, anî ziman ku zext û polîtîkayên tirsandinê bi salan e li hemberî çapemeniya kurd dewam dikin û got, di van 2 salên dawî de bi qanûna sansurê re hewl tê dayîn rojnamegeran zêdetir bitirsînin. Gulfem Karataş, diyar kir ku polîtîkayên bêdengkirina rojnamegeran bi sûcdariya "ajan" û "sîxuriyê" tên meşandin û got, "Hewl didin pênûsa me bişkînin" û wiha got: "Ev yek ji qadên ku em li dijî wan têdikoşin e. Çapemeniya Kurd bi polîtîkayên çewisandinê yên weke binçavkirin û girtinê roj bi roj zêdetir dibe rojev. Nûçeyên rojnamegeran, dibe sedem ku doza li wan bê vekirin. Divê ev yek bi zelalî bê gotin. Em xizmeta giştî pêşkêş dikin. Em kesên ku mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan diparêzin. Û di vê wateyê de divê em rastî û heqîqetê nîşanî her kesî bidin. Ev erka me ya rojnamegeriyê ye. Di heman demê de em karkerên rewşenbîr in. Û di dema pêşkêşkirina vê fikrê de, em piştrast dikin ku gel rastiyan dibîne. Hin kes ji vê yekê hez nakin. Pirî caran bi perspektîfa siyasî ve nêzîkatiya vê yekê tê kirin. Ji ber ku em rastiyan derdixin holê, em li gorî rêgezên exlaqî nûçeyan çêdikin. Hin kes ji vê yekê hez nakin. Em tên cezakirin ji ber ku em wek kesên ku destwerdana karê wan dikin xuya dikin.”
 
'Hewl didin pênûsa me bişkînin'
 
Gulfem Karataş jî bal kişand ser zagona "Ajantiya bi bandor" û armanca sereke ya van pêkanînên li dijî rojnamegeran wiha pênase kir: "Hewl didin pênûsa me bişkînin." Gulfem Karataş diyar kir ku rojnameger ji ber nûçeyên ku dane tên darizandin û Nûçegihana JINNEWS'ê Rojnameger Oznur Deger jî ji ber nûçeya amade kiriye,  gef li wê hatiye xwarin. Gulfem Karataş got, “ Ji ber ku ji bilî nûçeyên ku em didin, ji ber zayenda xwe em ji gelek xalan jî tên astengkirin. Rojnamegera jin dema nûçeyekê dişopîne rastî tundiya polîsan tê. Dema ku rojnamegerên jin hewl didin karê xwe bikin, ji ber ku hûn jin in, zext û zordariya zext û bêdengkirina we zêdetir dibe.”
 
'Divê rojnameger li kêleka gel bin'
 
Gulfem Karataş, bal kişand ser polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniya Kurd û got, “Ji ber ku dizanin hûn rastiyê dibêjin, hewl didin bi binçavkirin û girtinê zextan li ser çapemeniya Kurd bikin. Mafê wergirtina nûçeyan ji raya giştî re distîne. Dewlet di çarçoveya rêgezên exlaqî de nahêle hûn rojnamegeriyê bikin. Ew tenê destûrê dide medyaya xwe ya alîgirê hikûmetê. Di vê rewşê de, ew jixwe we paşguh dike. Yek ji rêgezên me yên exlaqî yên herî bingehîn rexne ye. Ger hûn desthilatdar bin û xwedî gotin bin, pêwîst e hûn ji vê rexneyê re vekirî bin. Heger hûn mafên gelan desteser dikin divê em nîşan bidin. Rojnameger û bi taybetî jî çapemeniya kurd îro rastî vê yekê tê. Dema em bi perspektîfa hikûmetê lê dinêrin, hikûmet dibêje ji ber ku hûn min rexne dikin ez ê bibim dijminê we. Dibêje ger tu rexne li min bikî ez ê te jî ceza bikim.  Pêwîst e rojnamevan li aliyê gel bin.”
 
'Divê em ji gelê Kurd îlhamê bigirin'
 
Gulfem Karataş, anî ziman ku ew mafê gel ê agahîgirtinê diparêzin û divê di vê wateyê de hişyariya gel bê bilindkirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gel bi têkoşîneke topyekûn mafê xwe û mafê agahîgirtinê biparêze. Em weke rojnameger têkoşîna xwe bi xwe dimeşînin. Em tu carî dev ji gotina rastiya xwe bernadin. Pêwist e hîn zêdetir em ferz bikin ku em mafê raya giştî ya wergirtina agahiyan biparêzin. Ev çawa dibe? Çawa ku gelê Kurd berxwedêr e û bi sedsalan dest ji têkoşîna xwe bernedaye, pêwîst e rojnamevan jî hinek îlhamê ji gel bigirin. Ger rojnameger di çarçoveya rêgezên  exlaqî de karibin karê xwe bikin, li gorî min divê em bi hev re bin û vê têkoşînê bidomînin.”