Leyla Bûge: Bi zarokên xwe re mezin bûm

  • 09:03 19 Mijdar 2024
  • Rojane
Neslîhan Kardaş 
 
WAN - Leyla Bûge ya ku li navçeya Şaxê dijî û di 15 saliya xwe de bi zilamekî 15 sal jê mezintir re hatiye zewicandin, yek ji jinên ku jiyana xwe bi têkoşînê didomîne ye. Leyla Bûge ya ku li gel zextên dewletê û bi zextên feodal û civakî re jî rû bi rû maye, bang li jinan kir ku bêyî  serî li ber mêran bitewînin, têkoşîna xwe bidomînin.  
 
Jin ji berê heta û niha di hemû qadên jiyanê de bi zext û zordariya civakî re rû bi rû mane. Têkoşîna yekemîn a jinê ya li hemberî hemû zehmetî, zext û ferzkirinan gelek caran li dijî kevneşopiya feodal a mêr ya di malbatê de dest pê dike. Jin li aliyekê bi malbata ku bi pîvanên civakî ve girêdayî ye re têdikoşin, li aliyê din jî li dijî tundiya sîstematîk a mêr-dewletê li ber xwe didin.
 
Jiyana Leyla Bûge ya 49 salî, ku di 14 saliya xwe de dema zarok bû bi dergistî kirin û di 15 saliya xwe de bi zilamekî 15 sal ji wê mezintir re hat zewicandin, tenê yek ji wan mînakên rewşa jinan a  ku di temenê zaroktî de tên zewicandin e.
 
Wê gustîla li tiliya xwe wekî pêlîstok didît 
 
Leyla Bûge ku li navçeya Şaxê ya Wanê ji dayik bû, 34 sal berê bi kesekî 15 sal jê mezintir re hatiye zewicandin. Leyla Bûge ya ku di 14 saliya xwe de hat nîşanîkirin û di nava salekê de  hat zewicandin got, “Ez ji malbateke mezin im. Dema bavê min biryar da ku min bizewicîne, ne xema wî bû ku ew kes kî ye û em ê jiyana xwe bi hev re çawa derbas bikin. Wî li malbata wî kesî dipirsî. Dema ku min bi dergistî kirin min li derve dilîst. Gazî min kirin û gustîl kirin tiliya min. Bi hişê xwe yê zarokatî, ez bi vê gustîlê pir kêfxweş bûm. Ew ji min re wekî pêlîstokek bû. Wê rojê diya min û xaltiya min nan çêdikin, ez çûm cem wan min û got: - Binêrin mamê min gustîlek da min. Kesên ku gust kirin tiliya min xizmên me bûn û kesê ku pê re  hatin zewicandin jî kurê mamê bavê min bû," 
 
'Ez bûm bûk lê min hîna nizanibû ku bi kêre zwicîm'
 
Leyla Bûge ya ku piştî tê zewicandin jiyana wê diguhere li gel jiyana wê erdnîgariya ku lê dijî jî diguhere. Leyla Bûge ya ku piştî dizewice dibin Îzmîrê wiha bahsa xwe dike:“Dema ez nû çûm, her kes li salonê rûniştibû. Dema ez ji salonê derketim û çûm metbexê, her kes dikeniya, lê gava ez çûm wir, ji nişka ve her kes bêdeng dibû. Bi xwezayî, ez pir xemgîn bûm û min dest bi girî kir. Dema pirsîn çima ez digirîm, min ji wan  pirsî, 'ma ez tiştekî xelet dikim, hûn çima bi min dikenîn?' Ji min pirsîn, 'tu dane kê, tu dizanî mêrê te kî ye?'. Dema min got ez nizanim, ew bêdeng man. Ji ber vê yekê ez bûm bûk û çûm, lê dîsa jî min nizanîbû ez bi kê re zewicîme. Paşê min ji bo hemû kesên ku li hundir rûniştibûn qehwe çêkir û her kesî gazî diya min dikir. Loma jî min fam nekir mêrê min kî ye. Her kes piştî vexwarina qehweya xwe derket derve. Yek ji wan neçû. Ji ber ku ew xizmê me bû, rewşa malbata min ji min dipirsî. Min ez difikirîm, 'Tiştek baş e ku ev zilam li vir e' ji ber ku wî malbata min nas dikir. Dema ku wî ji min pirs dikir min pir şerm dikir. Dema ku wî ev yek fêm kir, ew jî derket derve. Piştî demekê her kes hat, lê dîsa jî ew zilam nehat û min ji xwe re digot, 'Xwezî ew zilam hatiba'. Ji ber ku wî malbata min nas dikir. Ji ber ku em hîn nezewicîbûn ew qet nehat malê. Piştî du rojan melayek anîn malê ku mahra me bibire, paşê ez pê hesiyam ku ew  zilam mêrê min e.”
 
'Ez jî bi zarokên xwe re mezin bûm'
 
Leyla Bûge ya ku di 17 saliya xwe de zaroka xwe ya ewil anî dinyayê, diyar kir ku ew bi zaroka xwe re mezin bûye. Leyla got, “Piştî ku ez zewicîm, ez çend salan li Îzmîrê mam. Paşê ez vegeriyam Şaxê, li wir ji dayik bûme û mezin bûm. Bi tevahî pênc zarokên min hebûn, û ez bi rastî bi zarokên xwe re mezin bûm. Ez bi zarokên xwe re hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Her tiştê ku zarokên min li dibistanê hîn bûn, ez li malê bi wan re fêr bûm û dixwînim. Bi hînbûna bi wan re, min dibistana navîn qedand û dîplomaya xwe stand.  Leyla Bûge wiha dewam kir, "Mêrê min ê 15 sal ji min mezintir bû piştî du zarokên min çêbûn, ket girtîgehê û demeke dirêj di girtîgehê de ma."
 
'Bi xebatên li partiyê têkoşîna xwe domand'  
 
Leyla Bûge ya ku çîroka xwe ya ku bi zewaca xwe ya zarokatiyê dest pê kiribû veguhezand qadeke cuda ya têkoşînê, piştî ku hevjînê wê ji girtîgehê derdikeve dest bi xebatên partiyê kir. Leyla Bûge ya ku di dema kar de 3 caran hat binçavkirin, tîne ziman ku zehmetiyên wê derbas bûne. Leyla Bûge got, “Hikûmetê nehişt em li mala xwe bi rihetî rûnin. Herî kêm mehê carekê diavêt ser mala me. Yan ez, yan hevjînê min yan jî zarokê min dihatin binçavkirin.Ji ber vê sedemê me li Şaxê gelek zehmetî kişand."
 
'Divê jin teslîmî tu mêran nebin'
 
Leyla Bûge ku niha 49 salî ye û di gelek qadên jiyanê de têkoşîna xwe didomîne ji jinan re wiha dibêje; “Serî netewînin. Ji ber ku zîhniyeta mêr ji zîhniyeta vê pergalê xerabtir e. Em bi çavên xwe dibînin ku her roj jin tên windakirin û kuştin. Ji ber vê jî divê em tu jinê bi tenê nehêlin. Ger jin hevdu biparêzin belkî pêşî li qetlîamên jinan bê girtin. Bila jin teslîmî ti mêrî nebin û têkoşîna xwe bidomînin."