Li Mêrdînê mirina jinekê ya gumanbar
- 09:09 7 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê do di saetên şev de Ferîde Demirtaş jiyana xwe ji dest da.
Li Gundê Xelîla yê Kerborana Mêrdînê do di saetên şev de Ferîde Demirtaş jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku jina jiyana xwe ji dest daye Feride Demirtaş a 52 salî ye. Cenazeyê Ferideyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kerboranê. Hat diyar kirin ku li laşê Ferîdeyê şûna cihê jêkirî heye û piştî otopsiyê tê payin ku cenazeyê Ferideyê bişînin Mêrdînê.