Îskenderunê girtî ji ber axaftina kurdî hatin derbkirin
- 09:07 7 Gulan 2018
- Rojane
HATAY - Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderunê girtî bi hinceta kurdî axivîne rastî îşkenceyê hatine.
Girtiyên li girtîgeha Tîpa M ya Îskenderunê dimînin bi hevkariya malbatê peyamek şandin û îşkenceya ku li wan tê kirin vegotin. Girtiyan diyar kir ku zext derketine asta herî jor û gotin divê demildest tiştek bê kirin û diyar kirin ku ji ber kurdî axivîne hatine derbskirin. Girtiyan dan zanîn ku di nav rojê de hema hema her tim rastî heqereta gardiyanan tên.
Dayikekê diyar kir ku bi telefonê bi kurê xwe re axiviye û wih agot: “Ji ber bi telefonê axivî nikaribû zêde tiştekî bêje. Lê çawa li me geriya got ‘biçin serlêdana sûc bikin’. Di hefteya dawî de hema hema her roj bi ser koxuşa wan de tê girtin û tên derbkirin. Kurê min cara dawî di telefonê de got ji ber bi kurdî axivîne îşkence li wan hatiye kirin. Her wiha sê girtî ji ber ku ev tişt kirine ew avêtine hucereyê û îşkence li wan kirine. Kurê min got ‘zext roj bi roj zêde dibin, bila rêxistinên mafê mirovan û hiqûqnas tiştekî bikin’.”
Malbata girtî ya li Mêrdînê dijî çû ÎHD’a Mêrdînê û serlêdana sûc kirin.