Bernamzeta jin a yekem a Mêrdînê ya HDP’ê: Em xwedî li îradeya xwe derkevin
- 09:04 7 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Yek ji bajarên ku herî zêde ji bo bernamzetiya HDP’ê ya ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê serîlêdan tê kirin Mêrdînê ye. Li Mêrdînê Emîra Er yekem jina serlêdan ji bo bernamzetiyê kiriye. Emîrayê bang li hemû jinan kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin.
Biryara ji aliyê tifaqa AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn wê hilbijartin di 24’ê Hêzîranê de bê kirin û serlêdana bernamzetan didome. Li Mêrdînê jî yekem bernamzeta jin a HDP’ê jî serî lê da.
Bernamzeta yekem a HDP’ê Emîra Er e. Emîrayê hest û nêrînên xwe ji ajansa me re vegot.
‘Ji bo doza gelê xwe min serî lê da’
Emîrayê bi lêv kir ku ji bo piştgiriyê bide têkoşîna gelê Kurd a bi salane berdewam dike serlêdan kiriye û got: “Ez ji bo doza gelê xwe hatim. Ez wê hêzê bi xwe re dibînim. Ez ê vê hêza gel hilgirim û bi hêz û îradeya gelê Kurd li meclîsê pirsgirêkan çareser bikim. Li vir yekem jina serî lê daye ez im. Ev kelecanek mezin e. Ez dixwazim li dijî van pisgirêkan bibim hêza çareseriyê.”
‘Bila hemû jin serî lê bidin’
Emîrayê banga namzetiyê li jinên Mêrdînê kir û wiha got: “Ez bang li hemû jinên Mêrdînê dikim. Bila vê hêzê bixwe re bibînin û bên serî lê bidin.Ev barekî giran e lê jin dikarin ji bin vî barî rabin.”