ROJEVA 7'Ê Gulana 2018'AN

  • 09:00 7 Gulan 2018
  • Rojev
*Elîye Mistafa ya 12 salî û xwişkên wê Nazîfe û Newroz Mistefa yên ji ber êrîşên dewleta  tirk û komên girêdayî wê dema ji gundê navçeya Racoyê ji ber êrîşên hewayî koçber bûn di rê de jî rastî êrîşê hatin û di encama êrîşê de çavê rastê yê hersê xuşkan jî hatiye asta korbûnê. Nazîfe û Newroz ji bo ku çavê wan kor nebe banga alîkariya dermanan dikin. BI DÎMEN
 
*24'ê Hezîranê gelên Tirkiyeyê wê hilbijartineke nû bikin. Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş derbarê pêvajoya hilbijartinê û astengiyên hikûmetê de axivî. BI DÎMEN
 
*Li Mêrdînê îsal sezona turîzmê zû hat vekirin û barê Mêrdînê jî hîna ker dikişînin. Îstîsmara li ser sewalan ku jê re dibêjin ‘bi qedro ne’ tê rewakirin û ji bo çopa li kolanan jî çareseriyek nayê dîtin.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Saadet Becerîklî diyar kir ku wê gelê Kurd di 24'ê Hezîranê de biçe ser sindoqan û bersivê bide tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got wê bersiva herî mezin a gelê Kurd a li dijî hilbijartina serdegirtinê ev be. BI DÎMEN
 
*Yek ji bajarên ku herî zêde ji bo bernamzetiya HDP’ê ya ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê serîlêdan tê kirin Mêrdînê ye. Li Mêrdînê Emîra Er yekem jina serlêdan ji bo bernamzetiyê kiriye. Emîrayê bang li hemû jinan kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin. BI DÎMEN
 
*Abdurrahman T. yê li Farqînê îstîsmara zayendî ya sîstematîk li zarok kir, ji bo ducaniya zarokê bi dawî bike jî derman dabûyê û bi nasnameyek cuda kurtaj kiribû.  Abdurrahman T. ku zarok revand û tehdîd lê kir ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya sîstematîk’  ji aliyê dadgehê ve 20 sal ceza girt lê dadgehê ‘bandora li ser bersûc li ber çavan girt’ û ceza daxist 16 sal û 8 mehan.
 
*Derket holê ku li Girtîgeha Tîpa M ya Îskenderunê  girtî bi hinceta Kurdî axivîne rastî îşkenceyê hatine.
 
*Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan derbarê hilbijartinên 24’ê Hezîranê de axivî û got divê aliyên çep, sosyalîst û demokrat ji rewşa ‘em çi bikin jî em ê winda bikin’ derkevin û got: “Divê ev pêşdaraz bê şikandin. Ev bêhêvitiyê diafirîne. Em vê bêhêvîtiyê bi hêza xwe ya xweser dikarin bişkînin.” BI DÎMEN