Li Bursayê jinek hat qetilkirin: Bersûc nas e
- 11:11 6 Gulan 2018
- Rojane
BURSA - Mêrê bi navê Mehmet Hanîfî Alpaslan ku ji ber sûcê edlî girtîbû û piştî ku derket destûrê hevjîna xwe Çîgdem Alpaslan kuşt.
Mêrê bi navê Mehemt Hanîfî Alpasaln yê ji Gemlika Bursayê ku ji ber sûcê edlî girtîbû, piştî ku derket destûrê hevjîna xwe Çîgdem Alpaslan kuşt. Çîgdem a ku bi birîndarî rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Gemlikê piştî mudaxeleya destpêkê sewkî Nexweşxaneya Muradiye ya Bursayê hat kirin. Çîgdem li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Mehemet Hanîfî Alpasalan ê ku piştî bûyerê reviya, hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.