‘Di hundir de girtî li derve jî malbat li ber xwe didin’

  • 10:36 6 Gulan 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Sêvê Gultekîn ya du law û xizmên wê di girtîgehê de ne  diyar kir ku di her hevdîtinê de rastî îşkenceyê tên û wiha got: “Girtî çawa li ber xwe didin em ê jî wiha li ber xwe bidin.”
 
Li girtîgehan piştî OHAL’ê zext her çûn zêde bûn û bi KHK’ya dawî re pêkanîna cilên yek reng hat rojevê û her roj nûçeyên îşkenceyê tên.  Sêvê Gultekîn ya ku du law û 4 xizmên wê di girtîgehê de ne diyar kir ku malbatên girtiyan jî wê di vê pêvajoyê de heta dawî li ber xwe bidin.
 
‘Sedema girtina lawên xwe nizanim’
 
Sêvê daxuyakirin ku zarokên wê ev du sal in dernaxin dadgehê û sedema girtina wan jî nizanin û wih agot: “Ne îdianameyên wan ne jî doza wan hat kirin. Ji bilî wan zarokên xwişk û birayên min girtî ne. Lê hemû kesên li girtîgehê zarokên minin. Hemû bêsûcin divê demildest bên berdan.”
 
 ‘Di hevdîtinê de îşkenceyê dikin’
 
Sêvê bi lêv kir ku ne tenê li girtiyan li malbatan jî di dema hevîtinan de îşkenceyê dikin û got: “Lawekî min niha li Sîlîvriyê ye.Dema em diçin cem wî çi ji destê wan tê tînin serê me. Hem di lêgerînê de hem di hevdîtinê de em zehmetiyan dikşînin. Lawê min got girtîgeh ji leşkeriyê cudatir nîne.  Lê em malbatên girtiyan em ê têbikoşin. Wê rojekê hesabê vê bidin. Em ê her tim biçin cem zarokên xwe. Niha li hemû girtîgehan girtî li ber xwe didin. Em ê jî bi wan re heta dawî li ber xwe bidin.”