Jinên Dêrsimî yên li Îzmîrê:Em tênekoşin wê Munzur neherike

  • 09:03 6 Gulan 2018
  • Rojane
 

Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Kurdên Elewî yên li Îzmîrê diyar kirin ku Dêrsîm hîna 38’an dijî û wiha gotin: “Li Dêrsîmê her tim serhildan, êş û zilm heye. Têkoşîna bav û kalên me daye, ger em nedin wê Dêrsîm tune bibe. Wê Munzur neherike.”
 
Di 4’ê Gulana 1937’an de ji aliyê lijneya wezîran ve bi biryara hat girtin re li hemberî Dêrsîmê tevgera leşkerî pêk hat û gelê Dêrsimê di qerkirinê re hat derbaskirin. Di ser bûyerê re 81 sal derbas bûye lê dewlet hîna zilma xwe didomîne. Rêvebera Komeleya Dêrsîmiyan a Bornovayê Hanim Songul Uzundag diyar kir ku dewlet bi polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê xweza û pîroziya Dêrsîmê texrîb dike.
 
‘Li Dêrsîmê hîna serhildan hîna zext, hîna rondik hene’
 
Hanim bi lêv kir ku ew wek neviyên Seyîd Riza, ne qirkirin ji bîrkirine û ne jî didin jibîrkirin û wiha got: “Li Dêrsîmê hîna serhildan, zext û rondik hene.  Tişta li Dêrsîmê hat jiyîn hîna berdewam dike. Em hatin vî temenî hîna wan rojan dijîn. Sûcê me çi ye, ma bila zarokên me rehet nejîn?”
 
‘Em tênekoşin wê Munzur neherike’
 
Hanim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dêrsîmî êşa qirkirina Dêrsîmê her roj dijîn. Dema em diçin gundê xwe desturê nadin. Em çima nikarin biçin warê xwe? Em nebin yek, em têkoşîna ku pêşiyên me dane, nedin wê Dêrsîm tune bibe. Wê Munzur neherike. Li Dêrsîmê mirov  di şert û mercên girtîgeha vekirî de dijîn.  Gelek kes li gorî  qanûna serbestiya bi kontrol her roj îmzeyê didin.”
 
‘Bendav û şewata daristanan berdewama 38’an ne’
 
Hanim di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Divê em li dijî bendavan derkevin. Li wan waran xwîna me rijiya, bi hezaran welatiyên me mirin. Em ê heta dawiya dilopa xwîna xwe li dijî vê bisekinin. Bendav berdewama 38’an ne. Dîsa xwîn dirêje. Em bi rastî hîna 38’an dijîn.  Li Dêsîmê hîna êş, zilm û serhildan heye.”
 
‘Divê zêdetir komele bên vekirin’
 
Rêvebera Komeleya Dêrsîmiyan a Îzmîrê Songul Duman jî  destnîşan kir ku di 1976’an de ji Dêrsîmê koç kirine û wê demê zarok bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema em hatin Îzmîrê ji ber Dêrsîmî tunebûn em ji çanda xwe bê par man. Li Dêrsîmê bendav tên çêkirin, têkoşîna li wir têr nake. Divê em li her derê dengê xwe bilind bikin. Ji bo em çanda xwe ji bîr nekin komeleyên me hene. dikare li vir qursên ziman bên dayîn. Dêrsîmî li vir ji hev qût bûne. Divê bên cem hev û xebatên xwe zêde bikin.”