Jinên Êzidî:Azadiya Abdullah Ocalan azadiya Jinên Êzidî ye

  • 09:01 6 Gulan 2018
  • Rojane
Vıyan Sayd/ Orîvan Ebdo 
 
ŞENGAL - Jinên Kurd û Êzidî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku ew li dijî tecrîda giran derdikevin û gotin:"Azadiya Abdullah Ocalan azadiya Jinên Êzidî ye."
 
Jinên Kurd û Êzidî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi lêv kirin ew derbarê tecrîda giran de bi fikar in û gotin:"Ji bo jiyanek azad û ewle divê Rêber Apo azad bibe."
 
Jina bi navê Wesîle Silêman diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan azadiya Jinên Êzidî ye û got:"Ev demek dirêje ku em ji Rêberê xwe tu agahiyê nagirin ev yek jî dibe sedema fikar û gumanên mezin. Em nizanin Rêber Apo di warê tenduristî û ewlehiyê de di çi astê de ye. Dema ku ferman bi ser me jinên Êzidiyan de hat şervanên azadiyê yên di rêya Rêber Apo de me parast. Em jî rêya Rêberê dişopînin û ji bo wî her dem di çalakiyan de ne da ku azad bibe û vegere nav me. Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo Rêber Apo di nav çalakiyan de bin. Çimkî azadiya Rêberê me azadiya me hemûyan e."
 
'Em vê tecrîdê qebûl nakin'
 
Xatûn Birahîm jî tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got:"Em vê tecrîda giran a li ser Rêberê me qebûl nakin û em dibêjin heta ku ew azad bibe em ê çalakiyên xwe bidomînin. Em li ser fikir û ramanên Rêberê xwe birêxistin dibin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû cîhanê ye. Em ê pergala Îmraliyê parçe bikin û Rêber Apo azad bikin. Dibe ku Rêberê me wekî bi zindî ne li ba me be lê em her dem di dilê me ye. Ez jî bang li hemû kesan dikim ku xwedî li Rêber Apo derkeve û ev neheqiya bi dawî bibe."