ROJEVA 6'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 6 Gulan 2018
- Rojev
*Jinên Kurd û êzidî derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de diyar kirin ku ew li dijî tecrîda giran derdikevin û gotin:"Azadiya Abdullah Ocalan azadiya Jinên êzidî ye."
*Pira Sîrînus a li gundê Sîrînus a Şemzînanê ye, bi xeteriya tunebûnê re rû bi rû ye. Gundiyan diyar kir ku tevî bi dehan carî serlêdan kirine jî pira nehatiye tamîrkirin. BI DÎMEN
*Kurdên Elewî yên li Îzmîrê diyar kirin ku Dêrsîm hîna 38’an dijî û wiha gotin: “Li Dêrsîmê her tim serhildan, êş û zilm heye. Têkoşîna bav û kalên me daye, ger em nedin wê Dêrsîm tune bibe. Wê Munzur neherike.” BI DÎMEN
*Mamosteya teqawîtbûyî Fîkriya Bayir alavên kevn bi rêbazên cuda ji nû ve bi teşe dike. Fîkriyeyê çanda bikarhêneriyê rexne kir û got divê ew bibin civakek hiberîner. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan diyar kir ku tifaqa herî watedar a li Tirkiyeyê tifaqa jinan e û wiha banga ‘24’ê Hezîranê li jinan kir: "Werin em pêşeroja jinan bi hev re ava bikin. Em li dijî vê pergal û rejîma yek mêrî, piraniyê biparêzin û tevlî pêvajoyê bibin." BI DÎMEN
*Sêvê Gultekîn ya du law û xizmên wê di girtîgehê de ne diyar kir ku di her hevdîtinê de rastî îşkencê tên û wiha got: “Girtî çawa li ber xwe didin em ê jî wha li ber xwe bidin.”